Yazdehok:Helbestvan:Ebdirihman Ebdo

YAZDEHOK

Ez
Û tu
Du pelgul in
Reş û spî ne
Can..!
*
Berbangê
Dike bifetise
Ji zayîna tîrêjan
Asîman vedenga qêrînê vedide
Can .!
*
Tîrêj
Ji çavan
Dibirûse her sibeh
Dilê min ronî dide
Can .!
*
Hêstir
Hêvan in
Tarîtiya şevê dimeyînin
Di çavên bêrîkirinê de
Can .!
*
Sîng
Çêrgeh e
Lêvan lê diçêrînim
Tî vedigerin, ji zazanan
Can .!

Ebdirihman Ebdo

نُشر بواسطة مجلة خيمة الأدب في روج افا

كاتب

أضف تعليق

تصميم موقع كهذا باستخدام ووردبريس.كوم
ابدأ