
Welatê min
Welatê min goristane
Bê rehnik û av û nane
Guneh gunehê şivane
Na ajûnê wek însane
Welatê min daristane
Gur bi tenê têde mane
Zanin tûjbikin dirane
Bo wan ne zore hesane
Welat li me bûye dojeh
Têde her bê halin guneh
Ji hemî rengê fêkîya
L`me hisrete libek tireh
Em miletek şax bilindin
Lê rêberê me tev kundin
Ji bo me êş û merezin
Lew îro em kurd bi derdin
Heger kurdîtî wehabê
Bi xap û fen û fota bê
Min bese êdî ne kurdim
Ger bi vî rengê hova bê
Mizgîn xelîl
2./9
