رسالةمن الطبيعة الكونية الى الطبيعة الإنسانية:الكاتب والشاعر:Bavê Metîn

رسالة من الطبيعة الكونية إلى الطبيعة الإنسانية

Nameyek ji xurstê ji xwezaya mirovahiyê re

إلى مَنْ هم خارج قوانين الطبيعة…
Yên ku we zagonên xurisê, binpêkiriye.

إن سقوط الأوراق الصفراء, من على أغصان الشجرة, لايعني أن الشجرة ماتت وأصبحت للقطع والحرق, إنّما يدل على أن الشجرة قد غزاها الخريف بجراثيمه, ولوث أجوائها وأفسد أوراقها, حتى عزمت على تجديد ذاتها, حيث قطعت الماء عن شرايين حياة الأورق التي ماعادت تفي بالغرض, وأصبحت لالزوم لوجودها أصلاً, حتى تُسقطها من على أغصانها, وتتركها تمرح في الهواء إلى حيث تستقر.
Weşîna pelên zer, ji şaẍ û çiprîkên darê, nayê wateya ku dar mir, û bûye ya êzing û şewatê, lê tê nîşandan, ku gizûzên payizê êrîşî bejn û bedena wê kirine, balayê wê dêris û pelên wê gele kirine, û ji ber pelên wê hew birola xwe ya tê xwestin radibe, û hew pêwistiya wan heye, îdî darê hêrs daye xwe, ji bo xwe biguhere, û nuh bike, ji lewra av ji rehê jiyana wan çikand, û wan ji şaẍ û çiprîkên xwe, weşandiye, û wan li ber bayî azad berdaye, ta ku cihê lê pêdar bibin.

الشجرة تنتظر, حتى تتعمد, وتتطهر من جراثيم الخريف بأمطار الشتاء الصافية, وتروي جذورها بمياه الثلوج, لتُحييّها وتغسل بها نسغها حتى قدوم الربيع, لتلبس ثوباً مزركشاً بألوان النّور المنوعة و الأزهار الملونة تفرش باحاتها كالكسجاجيد, والورد يعطر سمائها بمختلف أنواع العطور, حتى تجذب السياح من الفراشات والعصافير والبلابل والسنونو من مختلف بقاع العالم, لتبني أعشاشها على أغصان الشجرة وبين أوراقها الجديدة المشبعة باليخضور, وفاكهة الصيف.

Dar, li hêviya ku bi barana zivistanê, xwe ji guzûzê derdê payizê, bişo û xwe ji gunehan teḧfêl û carî bike, û rehên xwe bi berfê têr av bike, ji bo giyan di damarên bejn û şaẍên xwe de, bijîn bike, û cil û bergin bi her cûreyên kulîlkên mêwa, li xwe wergerîne, û çîçek qada derdora wê wek tejik, tejmêj û meḧferan, bi her rengî, xwe raxînin, gul jî, ji her celebî, bêhn û ezferê xwe di balayê wê de bilukujînin, ji bo geştîgehên ji minminîk, çivîk, bilbil û Ḧecḧecîkan, ji her hêlên cîhanê, bêne serdana seyran û zozanên wê, û hêlînên û pûşikên xwe, li ser şaẍên wê yên bi mêwa û pelên nuh şînbûyî, bicî bikin, û Ḧecḧecîk, bi azadî vegerin warên xwe, û ji mêweyên dara jiyanê buxun.
إلى المعنيين….
إنّ الشجرة التي زُرِعت في حقل الثورة, قد غزاها خريف من ألغام الفساد, صرير غباره اعتلى إلى السماء وبلغات كثيرة, لوث أجوائها بجراثيم لصوصية, نفثاته غازات سامة, تدور في شرايينها خفاءً وعلانية.
مزق أوراق مساعيها المدونة بقلمٍ أحمر, محبرته قلب شهيد, حيث أُحرِقتْ بنار الحقد والكراهية العنصرية, تحت راية وحدة الثقافات.
Ji bo yên berpirsiyar….
Ew dara, ku di bexçeyê şoreşê de hat çandin, payizek ji mayinên gendeliyê, êrîş birine ser, fîrefîra toza wê, bi gelek zaran, bi ezmana ketiye, şaẍên wê berbat kirine, balayê wê bi guzûzên dizîkar, ku bênvedana wan, bi diyar û dizî, bayê jeḧrînî di damar û rehên wê de, digere.
Pelgehên erk û hewildanên wê, ku bi pênûsa sor, û mûdama wê dilê pekrewana ye, hetine nivîfsandin, bi agirê kîn û nefrîna çînatî, û bi navê yekîtiya çandeweran, tevde şewitandine..
ياسادة..
أما حان وقت سقوط الأوراق السوداء الفاسدة, بقطع مياه الحياة عنها…؟
والتي باتت تنشر غبار سمادها على أكفان الأحرار…..
أما حان الوقت لأن تتعمد شجرة الثورة وتتطهر من الخطايا والأخطاء, بمياه ينابيع الثقافة الطاهر, وتروي جذورها من أنهار الصدق والصلاح, استعداداً لإرتداء طرحة ربيع الخير والبركات, وتفرش سجاجيد المحبة والسلام الملونة بألوان قوس قزح, وتغرد طيورها أناشيد الحرية.
حتى ينجذب إليها السياح الطيبين كالفراشات, والمغنين كالبلابل, ويعود إليها أهلها كالسنونو للعيش في ظلها بأمان, ويُكسروا وحام الجوع بثمارها.
هل تأتي….؟
متى تأتي….؟
أوهل لم تأتِ….؟
Serwerno…
Îdî çikandina ava jiyanê, ji ser wan pelên reşî gendelî, qey nehat…?
Pelên, ku ariya xwe ya reş, bi ser qerqerê sipî sîs de, diweşînin…
ma dema, ku dara şoreşê, bi kaniyên ava çandê ya zalalî, xwe ji guneh û şaşitiyan, bişo û carî û teḧfûr bike, qey nehat …?
Ji bo reh, qurm û şaẍên xwe, ji çemên dilsozî û rastiyê têr av bikin, ku xêliya buharî ya xêr û bêrê, bi ser rûkê xwe de werke, û tej û meḧfûrên ḧezkirin û aştiyê, bi her ton û rengên Qezeḧ, li bin pêyên xwe raxîne, û bilbil û her cûreyên tiloran, di şadîmaniya wê de sirûdên azadiyê bistirên, û sema eşqê bikin, ta geştiyarên dilpak û dilnarîn, wek minminîkên buharê, xwe li bên û rengên zozanê wê bigrin, û stiranvan bi her zarî dengê xwe, di balayê wê de berdin, û xwediyê wê wek Ḧecḧecîkan, li mal û mezelên xwe, bi dilşadî vegerin, û bi dilinya jiyan bikin, û bi mêweyên wê, kewijîna birçîbûna xwe bişkînin…..
Ma qey nehat….?
Îdî wê kengî bê..?
Qey nayê….?

1/9/2021
Cindiyê Metînî
(Bavê Metîn)

نُشر بواسطة مجلة خيمة الأدب في روج افا

كاتب

أضف تعليق

تصميم موقع كهذا باستخدام ووردبريس.كوم
ابدأ