
Stêrkên mest
Ji stêrkên daliqandî re
Dipeyîvim
Dinalim
Guh didin
Dibiriqin
Dihejin
Diwerin
Lê,
Deng nagihêje
Guhên
Razyayî
Kerr
Xitimî
Û stêrkên payîzê
Li rûyê asîmanê dojehî
Govendeke digirin
Stêrk jî
Ji janan mest bûne !?
Ebdirihman Ebdo
