
Zemanê pîsa
Tifû li vî zemanî
yên sixte çûne banî
bûne rêberê milet
tehlî li šûn šêranî
Çepel tev bûn pirisyar
di destê wande beryar
kesê nezan xwe Firoš
îro li pêlan Siwar
Ji xwer bi gel dilîzin
Nanqûtê wï didizin
l;ser pištawî bûne têr
xwîna wîna dimijin
Roj li Welat Kirin šev
civak veçirandin jev
gel di zindanek mezin
bê guh , bê çav û bê dev
Gur û torîk har Kirin
goštême talan Kirin
bê tirs û bê lêgirtin
ew li hevdû parkirin
Dîse tifû li Zeman
Mamosteye yê nezan
barhilgirtî bû dadwer
yê xwende bû dergevan
Behcet Osman
