TIFÎ:Helbestvan:Ibrahîm Cangîr

TIFÎ
Tif û tifî l’ jînê tifî
Rûmet ji dest kurdan revî
kolê nezana her em in
Rêber Egal û hem kefî
Tif û tifî l’ jînê tifî
La ferqe Beynane di got
Av zêre reş ji min di dot
Para me yek ew neh û not
jîn lê nema ye wek hevî
Tif û tifî l’ jînê tifî
Îslam û qurana ji zêr
Diz maf’e ev mizgeft û dêr
Kûr kûr selahedîn binêr
Ma raste islam ev divî
Tif û tifî l’ jînê tifî
Rihka xumeynî ya dirêj
Para me kir rojî nimêj
Qulfa buhiştê na ne bêj
Cembaze sofî ney sefî
Tif û tifî l’ jînê tifî
Pîsê gemar tirkê teres
paş diz dikir qelzî qeles
Hov û qirêjek xwîn peres
Herdem l’ me kir xwîkî nefî
Tif û tifî l’ jînê tifî
Sultan me dîtin ta niha
Bin dste kurd her bê buha
Dûvrêj bû dem sal û meha
gemya me carek na qefî
tif û tifî l’ jinê tifî
bûn parçe û bûn tar û mar
Kuştin ji bo me doz û kar
Dîsa li hev nakin hewar
B,koma xwelî ser me rijî
tif û tifî l’ jînê tifî
Avis dibin partî dizin
Lê tim belavin çend lezin
Karê me her ser kaxezin
Ev ked berû têk, talefî
Tif û tifî l’ jînê tifî
Bê ser û ber werga dijîn
Bingeh nebê nabê vejîn
Nav med nemane dûrebîn
Berdan me ev qad û zevî
Tif û tifî l’ jînê tifî
Tovê Medên ji arîya
Man ber hêwa û hêvîya
Bê war û rengê sêwîya
Rêber Egal û hem kefî
tif û tifî l’ jînê tifî

نُشر بواسطة مجلة خيمة الأدب في روج افا

كاتب

أضف تعليق

تصميم موقع كهذا باستخدام ووردبريس.كوم
ابدأ