Girêkên penceşêrê:Helbestvan:Ridwan Yûsif

Girêkên penceşêrê

P : /-// /-// /-//

Bûn girêkên penceşêrê can disotin
Ser kezeb û nav hinavan sor bizot in

Ev buhara soz dida min ez biraştim
Tim bi erzanî dilê min tê firotin

Qey jiyan bo min tenê talan û kuşt in
Tev kelem û xaçirêkên şaş û çewt in

Mam li bin dara miradan pir veniştim
Reş benê bext min girêda şax zelût in

Sêwiyê bê dê û bav bê pal û pişt im
Hêsirên min xwîn dibarin cot e cot in

Ka şevên çîrok û xewnan çûn û hiştim
Hêviyên pûç Koleyên ber kar û cot in

Ew çirûskên dûr didît min zû vemirtin
Wek guhanên merçiqî hîn têne dotin

Kaniyên êşê birînên dil qelaştin
Mij û moran çingeçing û gotegot in

Ridwan Yûsif

Hesekê 13 / 9 / 2021

نُشر بواسطة مجلة خيمة الأدب في روج افا

كاتب

أضف تعليق

تصميم موقع كهذا باستخدام ووردبريس.كوم
ابدأ