
DENGÊ TE
Dema awazên dengê te
Bi teliyên xwe yên naz
Perdeya guh vedweşîne
her parçeyek ji laş tête sema
Lerzek mest û teles dikeve can
Dil dike qîr
sîne dibe zindan
Kêferata xwînê di damarên gewdeyê berû
Vemrandinê de şerpeze rêça
Dil winda dike….
Giyan oxiran dixwaze
serdana mêrg û gulîstanan dike
Hiş dibe gemî
li pêlewazên deng siwar dibe…..
Diçe diçe û li tu bejan ranaweste….
winda dibe ,,, hest dibe
Kanî …dibe cobar
zemînê av dide ..venû û heşîn dike
Fener û şemalên çav di çirisin …
bê bask li hawîr di hilperin,
her dimînin bendewar û her dimînin bê çar
Dengê te
Dengê te bi hezar vedengan tête guh min
Bi pêlên xwe re radipêçe
min binav dike …wind dike …. nebûyî dike
Çendî dixwazim weha bimînim.
Di meyxana dengê tede
Meyger bim….
Bê jimar jê peyal vexwar bim…..
Canam… ‘
Qet ne kinoj be, tim bihêle dengê te bê min….
Hêdî ..hêdî
min dizîvrîne minalekî piçûk
li tax û sikak û kolana
Meya teng vedgerîn e
di himêza dara me ya tirî de dilorîn e….
Dengê te
Min ji ra dihilkişîne ….
ramanên nû di hiş de diçîn e
ASoyan diçirîn e..
bêlanan dike buhişt…
qozeqerê dike kember
li bejna xuristê dipêçîn e …
hetavê dike gustîl
di telya heyvê datîn e
Dengê te
Dengê te bi çi rengî min dihejîn e ….
min divejîne du baskan
Di afirîn e ber bi asîman, min di firîn e….
Jîna dijwar bi hêsanî dike
Feraşîn û ferwar …
seyrangih û Gezme..
dîlan û sema
Min tijî dike ji hêvîyan…
Xwediya dengê germ û naz….
Ger bi xwazî alîkar bî
bi mişext û hejarin re bihêlê…
Dengê te bê min
ez jî mişext û hejarim…
Ger bixwazî nojdar bî bo birîndaran
bihêle dengê te bê min
Ez jî kuldar û birîndarim….
Ger bixwazî
berû yezdan ve herî û yezdan ji te dilşabî
Tim bihêle dengê te bi min
ez jî oldarim
Penaberim ber dergehên lêvên te qeftek ji dengê xwe
Bi min de minalê min birçîne … hêvîdarin guh têr
rakevin…
Ax ji dengê te
Her ji min re çare
kanîya jîna sermedî ….
şebnema her çax û demê xetîreya jînê
şev çiraxa tenatiyê
Her daxwazê dengê te me
Dengê te
Jêdera jînê….
bingeha evînê….
zemawenda birînê
hilm û bîna avê..
tîna berfê….
dilovaniya baranê
Yezdan bi payebilndiya xwe..
kesên xwestok dest vala
venagerîne…
xwesteka min bi çî bîne û tim bihêle
dengê te bê min
