Gula Rojava:Helbestvan:selam zehrab

Gula Rojava

ji gul hes dikir bêtir ji çava
Min bes ew hebû gula Rojava
Wê Bisk dirêj in mîna sûlava
Kezî hûnaye weke lavlava
Xew ji çav di çû Her dem û Gava
Bo wê ranezam hezarê şeva
Xwarin dor di kir ji her du lêva
ji min xatir nexwest çû ber ava
agir berda dil gula Rojava
Dîn kirim berdame çol û ava
Çawe ji bîr bikim mal û Nava
Ez kirim nava Xefik û dava
Venagerîne li min slava
Hêstir herikîn ji herdu çava
Min xwest bibînim şaha gulava
Agir wê geş kir di nav hinava
Di Dest de nema ji bilî lava
Kêf tune ye lê raman belav e
Gul Delaliya Dayik û Bava
Nizanim ne roj e ne ew heyv e
✍ selam Zehrab

نُشر بواسطة مجلة خيمة الأدب في روج افا

كاتب

أضف تعليق

تصميم موقع كهذا باستخدام ووردبريس.كوم
ابدأ