
Şekir lêvê
Şekir lêvê bide min ka
ji wan lêvan tu kojekê
Bera serxweş bimînim pê
Gulê bi şev û rojekê
Bi rewş û reng û bi xemle
Ji gulzarek ne erzanî
Tu gurciyek bi girşane
Berê berfî ji zozanî
Ji herdû jînê yezdanî
Berê te hew buhişta min
Ji çel ḧorî û zeryanî
Tu wî tenê firişta min
Li ser berê te her dînim
Ez ê kengî te bibînim
Ne dînim hew li ser ber te
Li gorî xwe te dibînim
Ayinê te di çavan de
Heja te ketye xwîna min
Bi seyran û mijên lêvan
Vedimrîne tu kina min
Were nazê dilî veke
Tu ayinê xwe derneke
Heger lê jê tu ḧezneke
Li ser te dê xwe perçeke
Tu roka min stêrim ez
Ji bo min şewq û rewşenî
Xurist bê xemle tu nebî
Zemîn melûle ezbenî
Diçe buhar li pê havîn
Ne wek xeml û ne tîna te
Li ber bejna te gora min
Bi min werkirne bîna te
Evîndarim ne mey vexur
Ne sewda û ne hiş maye
Bi te xemgîn û xopanim
Evîna te ji salaye
Bi jînekê dijim pê yar
Buhişta min bi vê derdê
Erê derdê te pir zore
Çi xweştire ji şîrê dê
Bi nihêr û bi sitrana
Li benda te li ser zînê
Dilî şeydayê şewla te
Bi sote min bi evînê
Berê min got tu roka min
Newêrim yar bi bim nêzî
Bera yezdan neba tu car
Ne jî ev ol biba xwezî
Tu xweş helbeste li jînê
Bi te hozan û danyarim
Bi çavên xwe dibêjim ez
Ji vî zimanî bê zarim
Evînek pir giran û zor
Ne rewaye ji cem ê jor
Evînî her ji mafê min
Di sote min bi arê sor
Bi derdê min nizane kes
Tenê naza minî canî
Di mîne mat hişê ẍizan
Di nehêla berî xwanî
2007
Cindiyê Metînî
