
//// Çep ji rast ////
– Her ko ez pir dixwînim
bihtirîn ez di êş im
dunya bûye tevlûhev
hew xuyaye roj ij şev ,
her ko firêma digrim
bi sedên car an dimr im
jiyan bûye xav û hişk
cihê her şopek tûpişk ,
ne ko ez xweş na bînim
yan çep ji rast nizanim
civak bûye dînemêt
her kes xwe dibîne pêt ,
her ko da diqurtînim
ez xwe pir di êşînim
bizanînîn û bibê fêr
ta pira jî bûye kêr….
/ Rojdiyar Hemê /
