
Kuştiyê dilim
Ew buhara ji baxê dara
Ba weşandin nav gulara
Mêrg ú evîna minê
Wê buhiştê bîn jê xweş tê
Tîrê vînê ji nav mişt tê
Keserê vîna mine
Ewê nazê awir bazê
Şet kirim bi dengê sazê
Baz û awaza minê
Ez nesaxim bi ox û axim
Ji bo şahê me kul şaxin
Perî nojdara minê
Ne ku ji qesta evan pesta
Ve dihûnim bi evan desta
Gulzar û nama minê
Wê pepolê rewş da dolê
Bîna xweşya mêrg û colê
Kama wê mûma minê
Mûm disojê ewê dojê
Biskên nazik xweş dikojê
Her ziyan bara mine
Min viya aska çiya
Şet û dînim li riya
Misk ji wê bîna mine
Dil milmilim dil bi kulim
Her demî kuştî yê dilim
Muhemed Ebdî
Dilê melûl yê mine
