Nebe dizê malê:Helbestvan:Bêçarê kurt kobanî

Nebe dizê malê?

E’b salan e didim heş
Rê û raman nîne meş
Xelk l’piştaê gîhan erş
Tenha li şûn mame ez!

Ku’j bo peran bikira
Mine pênûs zêr kira
Bila dijmin gur kira
Bêçar mame dîsa ez?!

Perîşano law gidî
Buyer neman gîş te dî
Peran ketî bê xudî
Bin kejî yê da tevez!

Çav û berîk têr nabin
Qîret namûs kêr nabin
Hezar sale fêr nabin
Bes bibêje ez û ez!

Mala eza tew nîne
Her li serî xulîne
Jîn bi gazind gilîne
Dawî tev derd û merez!

Li meydanan tol dibin
Li hangiman kol dibin
Ji pişkê pitol dibin
Diçin tilîkê bi gez?!

Bila dîkê rokê bî
Ne mirîşka salê bî
Ne jî dizê malê bî
Bilind biçî gor bi lez!

28_09_2021_Serzorî

نُشر بواسطة مجلة خيمة الأدب في روج افا

كاتب

أضف تعليق

تصميم موقع كهذا باستخدام ووردبريس.كوم
ابدأ