
Ayend
Ez mirovim wek mirovan
boçe qey ez nafirim
Kêferata şev û royan
hew ji bo ez ne mirim..?
Ez bi goştim hiş û xwînim
ez ne mejî kevirim
Zan û zîrek û bi şanim
zanevanim bîrwerim
Hey bibim dostê cîhanê
ez ji îro dê derim
Ez ê çêkim top û tenga
û mayin û bafirim
Pêş bikevim hey bixwazim
dergê ayend nagirim
Zor mirovek aştîxwazim
ne oldar û gawirim
Ez bi bêj û tîp û xwendin
ziman şîrîn şekirim
Zanetî rona mejiye
Pê tariyê diçirim
Ez bi çand û şaristanim
Ji bo her çandê pirim
Cawîdanî dê bi mînim
Ji dîrokê mestirim
1986
Cindiyê Metînî
(Bavê Metîn)
