Ey dunyayê:Helbestvan:Ridwan Yûsif

Ey dunyayê

p : -/// -///

– Dilêm sar bû ji dunyayê
Himêza germ tenê dayê

– Jiyan pir jar û dijwar e
Dikim nakim mirin nayê

– Zevîyên zer genim zêrîn
Bi tissî nan gepek dayê

– Zikek têr û hezar birçî
Kevir ser zik girêdayê

– Çi hêlîna qeşa girtî
Dilêm agir te dadayê

– Bi leylanê xwe pêçane
Vedenga êş û ayayê

– nema dunya belengaza
Ti hêvî lê ne xûyayê

– Tifû sed car li dunyayê
Tenê destê me badayê

Ridwan Yûsif

Hesekê. 29/9/2021

نُشر بواسطة مجلة خيمة الأدب في روج افا

كاتب

أضف تعليق

تصميم موقع كهذا باستخدام ووردبريس.كوم
ابدأ