Dûrket ji min ew gurciya:Helbestvan:عمران شيخو

Dûrket ji min ew gurciya
ez bûme rengê sêwiya
bû şev rewanêm êşiya
can êşiya dil ariya

Ew gurciya şêrîn ziman
wek hingiv in can û ziman
ez kirme nav koma guman
dinya li min tev kir dûman

Haho ji derdê dîlberê
ez dame ber tûj xencerê
ez kirme rengê bênderê
ew bêndera bin cencerê

Min got cezîrî qey mirî
va hat li dor min zîvirî
derbas dibû dil û serî
dil bû tenûr sewdan firî

Dîsa dilê min azirî
bû şev serê min sincirî
haho ji ber vî agirî
can û dilê min kizzirî

Va bûye şev ez ketme hev
Şev tê rewanê min bi rev
qîrîn nema dertê ji dev
ez ketme deryak tevlihev

نُشر بواسطة مجلة خيمة الأدب في روج افا

كاتب

أضف تعليق

تصميم موقع كهذا باستخدام ووردبريس.كوم
ابدأ