
/ Ji dilopa yekem /
– Ey rêka min daye dû
bê bavê
ez ji hev ket im
tişt ne ma
ji temenê mayî re
ne rojek ji dil keniyam
ziravtirînî ji mû ,
rêka tê de dimeş im
por kurê
ez gelek di êş im
te dil û can
dan ber gotinên tozê
û te ne hişt ez bimrim ,
rêka ji dayikbûnê
mal çikûsê
sêwiya liber nezan an
bê mêhvandariyê
kanî para min ji xweşiyê ,
rêka çûn û ne veger
ji dilopa yekem
ji şîrê dayika min
bi xewna ne leylan
hatime gêrêdan
bilî mij û mûran û dû….
/ Rojdiyar Hemê /
