
Nema ti tişt
Ew nama te şand gihişt
Te danî nema ti tişt
Dilê di singa min de
Xema te têde rûnişt
Zûbû te ji dil barkir
Hêlîna xwe xira kir
Rastiya te xuyakir
Derngbû feydenekir
Dilê min îro şika
Gurzek tîr têde çika
Hêz bi min nema carek
Birîn her xwe nû dike
Ka çibkim ji vî dilî
Rojên wî man çend telî
Dizanim bê feydene
Hezar gazin û gilî
Ger rabim ji vê janê
Ezê bidim peymanê
Eşq û evîna dila
Ne berdime jîyanê
Mizgîn xelîl .10.10
