Tekya min:Helbestvan:Bavê Metîn

Tekya min

Hingiv di ziman de bidim
Hingiv piçkî wê şirîn be
Agir ber bi dil ve bibim
Hema hinkî wê bi tîn be

Tîrêj derbe ji berbengê
Wê ji kezyên tey zêrîn be
Hey cergê te Erarat bî
Tije ḧez be, wê bê kîn be

Tu dîroka xuristê bî
Wê karê te tim heyîn be
Hey tu bûka ro ava bî
Xişr û xêlî têkoşîn be

Tu ermanca xwe bidestxe
Jiyana te tim evîn be
Heta şîrxurê te hebin
Wê buhara te her şîn be

Ez ê evîndarê te bim
Wê dilo li ser te dîn be
Tê Kobanê Tekya min bî
Sûnda min wê bi Arîn be

Cindiyê Metînî
(Bavê Metîn)

نُشر بواسطة مجلة خيمة الأدب في روج افا

كاتب

أضف تعليق

تصميم موقع كهذا باستخدام ووردبريس.كوم
ابدأ