
Gelo ezê vegerim
yan jî hew vedigerim
rojek emrê min hebe
divê ku ez vegeim
erê ezê vegerim
li warê xwe bigerim
herim mala bavê xwe
li hewšê her û werim
derbas bibim oda xwe
di hundir de bifirim
li ser turba diya xwe
konê girî vegirim
himbez bikim wê axê
û hew dev jê bigerim
gelkî duxwazim herim
ji wêde vennegerm
ji wêde vennegerim
Diya Raman
