
Textorzan
Textor bi lez wer min bibîn
Reh biçivîn axivî xwîn
Pûçbûn libat dawerivîn
Xwîna dilê min tev rijî
Dilî bûye bêmaristan
Li min pirbûn zar û ziman
Ez bûme jar bê noşîcan
Zingarê girt dora mejî
Bejin bûye dara li dar
Ji her hawêr kurma mi xwar
Li bejna min xwe hûna mar
Dilê min sot xwîn jê mijî
Li min bûye jana zirav
Ji rastiyê korbûne çav
Xwîna mayî her bûye av
Êşa mezin bira kujî
Derdê giran hêvejandin
Bê zanistî mam bê xwendin
Sawek mezin li dil çandin
Ez bûme jar nav herijî
Ji êşa min kevir ḧilyan
Kanî û çem avlîl vejan
Reş qundisî rok û keywan
Xurist li ser tev ponijî
Textor gelek dageriyan
Derman ji bo derdî nedan
Perçe kirin li min raman
Jiyan bû moran û mijî
Dermanê min her serxwebûn
Zanistiye û zanebûn
Vegerîne wer demên çûn
Rastbik mejî ji dilgijî
Texturê min tu mediye
Li min îro tu xwediye
Min wek te zane ne diye
Bêmara kevn wer bikujî
Omîda min li vê jînê
Derman bikî tu birînê
Vegerîne li min xwînê
ji bo hejara her bi jî
1993
Cindiyê Metînî
(Bavê Metîn)
