
Kulîlka min
Ey kulîlka ber çemî
Buhara hemî demî
ket derya dilê min da
Bê kelek û bê gemî
#####
Lêv ji pelê gulê ne
Rû sêvê evînê ne
Bejna zirav ji dara
Heyv û roj çavê wê ne
#####
Çav dîlê dîtna te ye
dil jarê vîna te ye
Temen bûrî winda bû
Can pîr bû bedna te ye
#####
