
Li sîya darekê bin?
Keda xwe b’hev xweş bikin
Dilê neyar reş bikin
Dîlana xwe geş bikin
Şerme ku j’hev cuda bin?!
Şerme kuro buxd û kîn
We pûç kirî tevna jîn
Dijmin we’j xwer dixapîn
Kengê hûn wek bira bin!
Kengê bigrin bi yek doz
Ji dil bidin hevdu soz
Da geş bikin wek newroz
Yek darê bin sîya bin!
Bi dar be em li sîyê
Wek bibin ji yek dîyê
Bê şerm bigrin rîyê
Xudî dor û sira bin!
Xudî meyr û dadvanî
Geşî bide cîhanî
Ger çi bikî tu kanî
Ji bo hev can feda bin!
Bêçar got ya dilê xwe
Ew dizane b’kulê we
Gog ajote holê we
Bila koxê we şa bin!
23/10/2021_Serzorî
