Westiyam:helbestvan:Mizgîn xelîl

Westiyam
ji gir û tevgerê
Ji jana cegerê
Ji xeyda dîlberê
Ji kîna qederê

Westiyam
Ji sozên dîlbera
Ji rim û xencera
Kula gulî zera
Ji dil naçe dera

Westiyam
Ji cam û peyala
Ji xewn û xeyala
Ji şev û mitala
Ji davên hevala

Westiyam
Ji kul û birîna
Ji ax û axîna
Omîda min nîne
Ji destê van dîna

Westiyam
Ji van êşû derda
Yên di dilê min de
Ezim nêv agir da
Kî hat tîr li dil da

Westiyam
Ji vê jîna tarî
Ya ku krime parî
Her rojê sed carî
Dimrim dibin barî

Westiyam
Ji xewnên êvara
Ji sawirên yara
Çi jînek dijwara
Girî ji mir kare

Mizgîn xelîl.25 .10

نُشر بواسطة مجلة خيمة الأدب في روج افا

كاتب

أضف تعليق

تصميم موقع كهذا باستخدام ووردبريس.كوم
ابدأ