Ne poşmanim:Helbestvan:Bêçarê kurd Kobanî

Ne poşmanim ez?

Ne poşmanim ez!
Ku der b’derim ez!
Goşt l’can ma bê bez
Dîsa dibêjim
Ez û ez û ez?!

Afrêner ez dam
Lê dîsa kurd mam
Poz kirin bilam
Ne kerr û gêjim
Ji xwer nakim lez!

J’xelkê ra jîrim
J’xwer bê tevdîrim
Rastim wek tîrim
Çi’j wer vebêjim
Diçûm bi qerez!

Ji ber ku kurdim
Bi saxî mirdim
Bê fen û firdim
Ez ne qirêjim
Ji xwe nakim hez!

Çare çî ye ew
Bo çi bûme kew
Ev dinya derew
Rastî dirêjim
Tev derd û merez!

Derman ked xweşî
Bese ev şaşî
Ji wê vekêşî
Ne kin dirêjim
Naçim tilîk b’gez?!

26/10/2021_Serzorî

نُشر بواسطة مجلة خيمة الأدب في روج افا

كاتب

أضف تعليق

تصميم موقع كهذا باستخدام ووردبريس.كوم
ابدأ