Maçek mi xwest:Mizgîn Xelîl

Maçek mi xwest

Maçek mi xwest Dînê neda
Wek birûskê Awirek da
Tîrek avêt Feyde nekir
Ya didwê li nîva dil da

Min xwe ne girt hember lêva
Min xwest binoşim Ji nêva
Ta ku bibim rengê mesta
Bi bask bibim ez ji kêfa

Guneh ne yê min e na na
Şerbet li gor dilê min e
gul gulîne lêvên tenik
Winda kirim ez di xewna

Xweziya firek dabana min
Şikaba tîna dilê min
Li vê dinê li wê dinê
Wê tim maba li bîra min

Mizgîn xelîl
26.10

نُشر بواسطة مجلة خيمة الأدب في روج افا

كاتب

أضف تعليق

تصميم موقع كهذا باستخدام ووردبريس.كوم
ابدأ