Gula bê cî:Helbestvan:Bavê Metîn

Gula bê cî

Ḧema gulên xwe çandin
Cî ji min re ne hiştin
Ez gula xwe biçînim

Roka ḧema derketî
Ewra roka min girtî
Gula xwe hew dibînim

Darê ḧema bişkivîn
Darê min şax werivîn
Gula xwe na hilmînim

Çemê ḧema herikîn
yê min kanî miçiqîn
Tî me avê j`ku bînim

Dîrokê wan her tiştin
Pişaftin ya mi kuştin
Çi j` gulê re bixwînim

Gundê ḧema gul û dar
Yê min kavil û kevnar
Li ku gulê biçînim…?

Divê ez bibim serbest
Gulê derxim ji bin dest
Zora dijmin bişkînim

Ez gula xwe biçînim
Agir li dor vêxînim
Şevê ji ser hilînim

Cî j`gulê re bibînim
Wê di dil de bicî bînim
J`bo gulê xwîn birjînim

1988
Cindiyê Metînî
(Bavê Metîn)

نُشر بواسطة مجلة خيمة الأدب في روج افا

كاتب

أضف تعليق

تصميم موقع كهذا باستخدام ووردبريس.كوم
ابدأ