
Kûve direve ?
Kûve direve
Belengazo ?
Devê mirinê
Her ji hev e
Zik têr…
Û çav birçîye
Çima timî …
Mirin bi te dilîze ?
Li vir…
Ez û mirinê cêwîn e
Tenê…
Bi hevr e dixwin…
Gepek nanê tissî
Û..
Kurtêlên di tûrikê parsekan de
Tenê…
Bi hevr e vedixwin…
Firek ava şelû
Û…
Peyalên êşê
Min…
ji himêza xwe bernade
Di nav diranên xwe de
Min paş…
Dicû… dihêre… diguvêşe
Ta…
Ji xwîna min serxewş dikeve
D’êşim
Dinalim
Bêdeng digrîm
Dikim hawar
Hêdî…hêdî…
Gora min dikole
Lê…
Welat bi axa pîroz
Min dinixumîne
Bi kûve direve ?
Belengazo
Mirin hevalê rêka te ye
Li wir…
Di nav laperûşkên sînoran de
Tu …
Perçe perçe dibî
Piçikên te…
Li ber pêlên mirinê digindirin
Belav dibin
Wenda dibin
Tenê…
Penaberekî bê nav e
Ridwan Yûsif
Hesekê 2 / 11 / 2021
