
Lehî bi lez tê
Hilkin buhara min vatin
min wê hiştî buhiştî
Bi noşin hatin şîravê
ji gula, min ne hiştî
Min daqurtînin dixwestin
bi hovitî û ziştî
Kevok berdan ji hêlînê
Qertel l`şûnê veniştî
Bê çand û ne zanistin
bûn xwedî li her tiştî
Me j`tiştê me bê tişt hiştin
heta b` Ho û Zerdeştî
Vepixêrin hey ew xakê
bi werbêj û giviştî
Her tiştê jê ji meye
çiya û çem û deştî
Bi navê saya xwedanî
ji bona çend firiştî
Yergirin bê sincî û ol
bê mehwer û rewiştî
Mizgeft û Dêr û Laleş tev
Birrîn, ji hev qeliştî
Nemana min rewa kirin
bi şûra û bi xiştî
Lehî ber min b` lez tê
qirş û qal û lêmiştî
Wek keftaran êrîş dan
reş ziya û pezmijştî
Mêtin ji min xwîn û giyan
ji goşt hestî keviştî
Ji ezmana diwerin ar
bi ser min de diriştî
Ez nemaye, û ne jî tu
bi em, me l`dû xwe hiştî
Bi her tiştê xwe yekin
em bi her hest û suriştî
Li rû neyar rawestin ka
wek pêşmerg û hevpiştî
Kewşê dûrî xwe bixin
bi sotan, û heriştî
15-10-2014
Cindiyê Metînî
(Bavê Metîn)
