Bese dil reşî:Helbestvan:Bêçarê kurd kobanî

Bese dil reşî?

Ma ta kengê ez dil reş bim
Gunehkarê gula geş bim
Jiyan va çû ber bi dawî
Li ser gulê tim nexweş bim!

Doza gulê em tev dikin
Hinek rastin hin çilekin
Bese carek çavan vekin
Di cîhan da wer serxweş bim!

Li ser gulê tev tên kuştin
Dil ji kînê bête riştin
Xem û kulan bêne şuştin
Axir va hat hîna meş bim!

Hîna va ez dû ajome
Dûv naxirê ho bi home
Xulî li serê me kome
Mitê hewşê jê vereş bim!

Keko bese ked nexweşî
Ma ta kengê em li paşî
Li hev gurr bin û dil reşî
Li naxirê golkê beş bim?!

03/11/2021_Serzorî

نُشر بواسطة مجلة خيمة الأدب في روج افا

كاتب

أضف تعليق

تصميم موقع كهذا باستخدام ووردبريس.كوم
ابدأ