Keça bîstê:Helbestvan:Mizgîn Xelîl

Keça bîstê

Keça bîstê
Ji wêve tê
Wekî roka
Ku nû hiltê
Xuda daye
Ne winda ye
Perî naze
Wek firiştê

Giha min ew
Nîzîkbû tew
Evîn weşand
Rûkê bedew
Mêjî firand
Birû gerand
Teles ketim
Di destê kew

Dema min dî
Ew bi zindî
Ji husna wê
Min kir fedî
Kete sîngê
Perî rengê
Xwezî îdî
Neman kedî

Pir ezîz e
Û dil zîze
Buhatire
Ji monalîza
Rû guloke
Heyv û roke
Li ser mila
Por dilîze

Ger ya min be
Yara min be
Wê jîn xweş be
Li gor dil be
Naxwim xema
Hemî dema
Jîna min tev
Wê cejin be

Mizgîn xelîl 31.10

نُشر بواسطة مجلة خيمة الأدب في روج افا

كاتب

أضف تعليق

تصميم موقع كهذا باستخدام ووردبريس.كوم
ابدأ