PERAVÊN MIRINÊ:HELBESTVAN:Ibrahîm Çangîr

PERAVÊN MIRINÊ
Min ji derdê por belavê… Agirek dil de heye
Xweş dizanim rû xunavê…Haj evînê tune ye
Têm pişavtin şehle çavê…Roj bi roj dil berze ye
Lê çi bêjim ket’ me davê…Êş û derd para me ye
Bobelatek ket’me navê…Nû gihaye Sîpe ye
Her dikim ez lave lavê…Dil de arê doje ye
Dilbera min bal ziravê…Tu d’bê qerqef noşî ye
Awiran şûna silavê… Mal xirab bê heste ye
Keybera wê da hinavê…Ta mirin bê çare ye
Zalimê êşa ziravê…Xar û stirî nûçe ye
Her dikim ez lê bizavê…Lê durûtî pîşe ye
Wek Kelek mam ser du avê …Berze me pêl keyse ye
Derd di hêrim sing sîmavê…Lê belê bê sûde ye
Tû dizanî dêm hetavê…Dil de aşiq nexşe ye
Çavde dertê wek sûlavê…Her bo yarê name ye
Lê çi bêjim pûç û xavê…Navbera me Cenge ye
Nîn e mehder dil kulavê…Ma te dil rast zenge ye
Min di sojê gav bi gavê…Ta girî qadexe ye
Her dinoşim ez Şoravê…Lê di ser de rexne ye
Nagihim ez wê peravê…Ev evîn bê hewde ye
Min bese êdî mi navê…min mirin bes xurde ye

نُشر بواسطة مجلة خيمة الأدب في روج افا

كاتب

أضف تعليق

تصميم موقع كهذا باستخدام ووردبريس.كوم
ابدأ