
Çi daristan e ?
P : -///-///-//
-Çi daristan e rovî lê dibin şêr ?
Bi çek û rext telaqreş wê nebin mêr
-Seyên kolan û bajaran dibin gur
Hemû sêwlek û tolazin xwedî kêr
-Dixwin goştê mirovên jar û birçî
Timî guh miç diran qîç in zikên têr
-Guhanê xewn û hêvîyê guvaşt mêt
Welatê roj û ronîyê nehişt xêr
-Refên balindeyan tev terqiyan çûn
Li konên bê siton pûç mane bê kêr
-Himêza germ reben dayê şevek sar
Nema şîn tê buhara geş û rengdêr
-Birînên dil vebûn dîsa keser kûr
Binalin her timî em man e berjêr
-Welato ez birîndarê te mam lo
Jibîrnakim, xwezîya dil bi do, pêr
Ridwan Yûsif
Hesekê 7 / 11 / 2021
