
Gula çayî
Dilêra min tu bedewî
geş spehiye
Tu şa gula xuristê ye
gulek sipiye
Îro mayê li şewana
qirka te tiye
Gul û çîçek hemî vebûn
bûka girtiye
Mejî legj û mijûl bûye
dilî xwîniye
Mergebim çend car ji bo te
vîn her kaniye
Avyarim ne gul firoşim
xwîn rijandiye
Rewza jiyanê li dil xwe
min te çandiye
Sura bakur û başûr hat
li te xistiye
Şemala te da rohilat
wek te xwestiye
Li pal û li sina çiya
reng çirûsiye
Xuristê pir ji te hezkir
bi te roniye
Şevnimê da li rûkê te
digêl gehiye
Sur dilîze bi bejna te
şeng û şahiye
Te li deşt û li dola bên
belav kiriye
Te bi tonê xweyî geş xwe
ber çav kiriye
Her mistek ji xaka te yar
mêrg û kaniye
Her li ser lêvên te qumrî
hêlîn daniye
Min li cejna nuhrojê te
xweş bên kiriye
Bi saz û dengê bilûran
me hev dîtiye
Bi hêmen ber te dihatim
şîrav rijtiye
Min lêv danî li ser rûka
hingiv mijtiye
Şehrezayê evînê me
min hez kiriye
Ne ji Gerdûn û ne jînê
J`gulek çayiye
12–9–1997
Cindiyê Metînî
