
Bilbil û dar
P: //-/ //-/ //-/
-Bilbil li ser dara me tim xemgîn û jar
Carek me lê guhdar nekir her kir hewar
-Darê çima ? pel şîn weşîn tazîne şax
Demsal ji wan payîz qeder zerbû buhar
-Gurma rehên dara me xwar hişkbû bi car
Kombûn li jor bûn ewr û tav çend car û car
-Dar ma zuha qurm xûz û tî bêpel dinal
Haho şikestî yek bi yek şax têne xwar
-Bilbil firî darê vedan ax û keser
Gazin ji kê ? bilbil ne dît hêlîn li war
-Poşman timî gazî gilî bilbil veger
Mizgîniya xêrê tenê Newroz û ar
-Dîrok buhara geş bixwîn xewna delal
Kawa li ser hespê sipî dîsa siwar
-Dara me şîn va bişkuvî hêvî vejand
Bilbil ji eşqa wê girî xweş dost û yar
Ridwan Yûsif
Hesekê 21/ 11/ 2021
