Fêrmiskên şahyê:Helbestvan:Mizgîn Xelîl

Fêrmiskên şahyê.

Şev dirêje….
Tariya şevê jî
Bi qîrînên birînên min re
Tarîtir dibe.
Bê dengiya şevê jî
Her weha li wêneyên
Ne dîyar digere.
Weha şevên min
Bê te dibûrin
Bi xemgînî,
Bi dijwarî
Bi ezezî
Û
Tim dimînim
Bi hisreta ku
Zû ro li min hilê
Da ku
xwe daweşînim
Ji barê xeyalên
Şeva bûrî
Û
Da ku dîsa
Hêviyan bi dîtina te
Nû bikim.
Da ku li wêneya te
Di her wêneyekî de bi gerim
Da ku çavan
Li asoyan bikim
Dûrbîn
Belku tu ji nişka
Ronî bide.
De ka were
Bese dûriya te
Ez şikandim.
Ez barçe kirim
Ez tune kirim
De ka were
Û
Bihêle
Dêmê min bi
fermiskên şahîyê
Were şuştin
Û
Xewna min bi te
Bibe rastî
De ka were
Min bêrya peyala
Destê te kir ye
Û
Kenê lêvê te kerye.
Tu dizanî hîn
Peyva te ya dawî
Di bîra min de ye….
De ka were…..were

Mizgîn xelîl

21.11

نُشر بواسطة مجلة خيمة الأدب في روج افا

كاتب

أضف تعليق

تصميم موقع كهذا باستخدام ووردبريس.كوم
ابدأ