Surperî:Helbestvan: Bavê Metîn

Surperî

Hate ba min carekê
Yek ji sulfê nermî din
Surperî lêv hingivî
Dil û çav pê re diçin

Sîng û berê xwe vekir
Qirika wê ser çeme
Bûrî sivik keniya
Dil kirî kul û xeme

Sur li rûkê wê dide
Ba bi biskan dilîze
Ahoya çav bi kile
Dîna wê li dil nîze

Xeml û bergê bede wê
Sosin û sos û lale
Sirme nav serkê sere
Mûm û find û şemale

Dilê min yarê te sont
Bi piringan sotiye
Nepenî xwe piş gulê
Gula jiyanê tu ye

Gurciyê li gerdûnê
Kes ji te ne çêtire
Her mijek ji lêvê te
Ew ji hingiv xweştire

Cindiyê Metînî
(Bavê Metîn)

نُشر بواسطة مجلة خيمة الأدب في روج افا

كاتب

أضف تعليق

تصميم موقع كهذا باستخدام ووردبريس.كوم
ابدأ