
Keziyê Bûkê
Civan bidin hev
li hevdû rûnin
Keziyê bûka xwe
Pevre bihûnin
Çar gurzê porê
lev bikin xelek
noq bibin jêre
hûn bê bê šûnin
Çêbikin kilîl
ji gul û Nisrîn
Fîstanek sê reng
Kesk-Sor û zêrîn
rûkê wê bišon
bi Ava Xabûr
Dêmên wê Sorkin
ji çar dila bi xwîn
Bikin Zemawend
dîlan û sema
Têlê Kemançê
šakin bi Šima
bi dest û zendan
bi guvêšin xema
ber rengê Azman
Sor be ji šerma
Bûkê Azadkin
ji zirbavê pîs
bi zava Šakin
Kurt bikin lê rîs
berbûlî rabin
leylan bi helbest
Dilšîn jî va hat
kes nebêj Qesîs
Behcet Osman /Dilšîn Osman/
