Rohikat: Helbestvan: Selam zehrab

/ROHILAT/
Buhar bû..
gundê me xemla xwe Girêdida
Bûbû xemrevîn
,bûka salê
Rokê tîrêjên fedyok
Diyarî xaniyên Kevrîn dikir
Li ser daran
Çivîk bi awazên nazenîn
kêf diavêtin dilê gundiyan
Li benda te bûn
Ez û buhar
Me hêviyên xwe
Li ser tehtên jorîn radixistin
Çavên me
li benda te
Westiyabûn , qerimîbûn
Weke gulberojan Geşbûn
Mereqa wan hilatina te bû
Kêlî dibûrîn
weke bahozên tîran
di kulekên canê min re Dibûrîn
Mîna ecacoka bayîzê Rêyên gund di pîvan
Tenê ..
ez û buhar
Fena du evîndaran
Me xwe li hev dipêça
Roja delal
Bejna xwe ya qeşeng dirêj dikir
Dida ber qama spîdaran
Rojê li me hilat
nizanim Ne roj yan yar bû
Baran dibarî nizanim
Rondikên ezman yan yên min bûn
✍SELAM ZEHRAB

نُشر بواسطة مجلة خيمة الأدب في روج افا

كاتب

أضف تعليق

تصميم موقع كهذا باستخدام ووردبريس.كوم
ابدأ