Helbestê:Helbestvan:Gulal Kasanî

HELBESTÊ
Tu jî mîna evîndaran dil d’êşî..
Tu jî di şevbûhêrkan de..
Mîna min, xewndar î
Tu jî mîna dildaran ..
Di keftlefta bendemanê de dikawijî..
Tu jî li ber pêlên berdanê ..
Bazdayî
Pişteveristî yî
Er ê..
Xewna gazinokî
Di bin mitêlan de..
Bi çavmiçkê
Dileyze..
Lotikan dide..
Lê..
Tu bixwe nizanî ..
Çi heydar..
Û
Senger..
Çend pîj di sîna te de Çikiyayîna..Helbestê?.
Te, hoş û hest, livandin …
Di nav dilde, keyandin ..
Bi xembarî ..xewndar î?.
#Helbest_Gulal_Kasanî
2016_Qamişlo

نُشر بواسطة مجلة خيمة الأدب في روج افا

كاتب

أضف تعليق

تصميم موقع كهذا باستخدام ووردبريس.كوم
ابدأ