Şeva eşqê:Helbestvan: selam zehrab

/Şeva eşqê/

Dîsa li min .. şev bû mîvan
Sermest dibim .. digrim Dîlan

Şevreş textê .. eşqa min e
Raxistin ber .. derd û kovan
***
Çûk û şalûl .. Dor min civîn
Rondik ji cav .. zor xindirìn

Di Nava dil .. xencer kişand
Nazik zerî , gul xewrevîn
***
Şev dirêj bû .. fena Maran
Biminveda .. gelek caran

Êş û keser .. girtin sema
Êrîş berdan.. xweş mazûvan
***
Erd û ezman .. tev bûn baran
Di hundir de … geş bû aran

Axîn didin .. li pey nalîn
Sewdan dice ..li gel Raman
***
Meyger bîne .. meya lêvan
Rengê qurmiz .. mîna sêvan

De binoşim … wê şevnemê
Sermest bibim .. heya beyen
***
Can û beden .. bibin qurban
Bo te şemal .. şaha gulan

Gerden weke .. şûşa lempê
Por berdaye … li ser milan
***
Çîroka min .. bi şevê re
Bi dawî nabe tu cara

Çîroka eşqê çû ava
Min hûnandiye ji we re
======================
✍Selam Zehrab

نُشر بواسطة مجلة خيمة الأدب في روج افا

كاتب

أضف تعليق

تصميم موقع كهذا باستخدام ووردبريس.كوم
ابدأ