
daiyê
ez dema ji te dûr di bim
bê hêvî û bê zar di bim
di mînim hilgirê derdan
nema edî dil şad di bim
wekî gulek bê tav û av
bê halim ez her dem û gav
rondik timî têne ji çav
ker û gêj û kûre di bim
dûr bon ji te êş û Jane
ne jîn di be ne jiyane
di her wqtî dil girane
belengaz û hejar di bim
dayê bo min tu her tiştî
dil û can û xweş buhiştî
şîret kar û bo min piştî
kû tu nebî bê hêz di bim
//Elî Omer /
