
Tavil were
Tavil were dil soteye
Bê te ez bê rewş û jînim
Ditina te heyîna min
Wek te li gor xwe nabînim
Derdan ji vî dilî derîn
Bese axkêş û ahînim
Qey zuha bû dil ji sozê
Her li benda te bimînim
Yar tu xop û lav û nazî
Heyvê ji bo te şevînim
Tu lê xemla jiyana min
Di cergî de gul biçînim
Ez bê marê mija lêvan
Şeydayê te bi evînim
Were bibî xanima min
Tu jiyan bî, ez jî jînim
(Bavê Metîn)
