Dayê:Helbestvan :Behcet Osman

Dayê

Dayê…
Dibêjin
Ku binê piyê te
Hevrîše
ji hemî tištan
nazik tire
ma tê destûrê bi min
da ku ez
biramîsim
Dayê ….
Çêja hêsiran šore
lê hêsirên te çêjhingivin
ma tê rê bidêmin
ku ez birînê
Dilê xwe biwan bišom
û
derd û kulên jiyanê

ez derïnim
çimkî
Hêsirên te ji kaehniyên
buhštê diherikin
Dayê…
dibêjin tu Dibistanî
Çavên zanîn û Dilovaniyê
ji dilê te
difûrin
û Rûbarên jiyanê avdidin
ma tê bihêle
ku
ez pirtûka jiyana xwe
bi wan tîpan
bixemilînim
ji ber jiyan
bi te dest pê dike
û..
bi te bi dawî dibe
tu …
Jiyanî
Tu …
Hebûnî
Tu …
danî

Behcet Osman

نُشر بواسطة مجلة خيمة الأدب في روج افا

كاتب

أضف تعليق

تصميم موقع كهذا باستخدام ووردبريس.كوم
ابدأ