
Ey dayê
min di hembêza xwe de
hembêz bike
ey dayê…
canê min…
evîna min…
kenê min…
hêviya min…
tu deriyê bihuşta min î
min hembêz bike dayê
min ji zilma jiyanê veşêre
min hembêz bike dayê
dilovaniya te têra min dike
jiyan sar e
bi te…
eşqa jiyana min
diya min
Cemal zap
