Ez kevokek sipîme:Helbestvan:Diya Raman

‏Ez kevokek sipîme
‏hejar û bê xwedî me
‏her rojê li cîkî me
‏ez bê warim bê cîme

‏Li ezmana di firim
‏li welata di gerim
‏ne karim bi hêwirim
‏ne dikarim vegerim

‏Sotandin simbilê min
‏qir kirin bilbilê min
‏agir berdan dilê min
‏buxçik li ser milê min

‏Îro ez penabe rim
‏bê bazikim bê pêrim
‏ez wekî gelem pêrim
‏di ber bêre ez derim

Diya raman

نُشر بواسطة مجلة خيمة الأدب في روج افا

كاتب

أضف تعليق

تصميم موقع كهذا باستخدام ووردبريس.كوم
ابدأ