Toşa evînê:Helbestvan:Bavê Metîn

Toşa evînê

Li ber ba bûne hestê min
Çûn li ber toşa evînê
Derd û azerîn bisotin
Di dilî de bûn civînê

Min hejar û pir melûl kir
Wêneyê te ma di dînê
Te ez xistim xeyala xwe
Hew di hestim bi heyînê

Pereng xistî te cergê min
Were canim bilezînê
Bêna te tê ji bergê min
Wer binose di hêlînê

Her dilopek xwîn dipiçe
Li nav dije tu perwînê
Ez ditirsim pê re biçe
Hey giyanê li nav xwînê

Evîndar lê şev dirêje
Deyaẍ hew of û axînê
Mehwer bike l`min ẍizanî
Were bikin şevnişînê

Ev derd yarê ji ku anî
Bûm şeydayê te Narînê
Mûm li ber tîna te zalim
Memo mirî ji bo zînê

10-9-2015
Cindiyê Metînî

نُشر بواسطة مجلة خيمة الأدب في روج افا

كاتب

أضف تعليق

تصميم موقع كهذا باستخدام ووردبريس.كوم
ابدأ