Xwînên evîntiyê:Helbestvan salanê zerdeşt

XWÎNÊN ♥️ EVÎNTIYÊ

Xwînên evîniyê, me kir rengsorî
Kêfxweşiya tune, tarîtî xwe avête serî
Zingar bû, ber bayên mirovahîya lihêmî
Ey dayîka bi êş û azarî
Gula me, ey gula me.. Welatê me hunda nabe!

Di jiyana biharê de, li benda me bûn
Sê cinawir, wek dojehê li ser me ar bûn
Guneh tenê, ku em evîndarên welat bûn
Ey dayika bi birîna xedarî
Gula me, ey gula me.. Miletê me tune nabe !!

Li biharê, carekê li çavên wê şelpekan vebûn
Çavên wê, tîrejan di hundirên me de ron bûn
Jiyana pak ji bo bîskekê li dorên me şîn bûn
Ey dayîka pîrozgerî
Gula me, gula me.. Gelê me temir nabe !!!

Ey dayîka pîrozwerî
Gula me, gula me.. Şoreşa me vemir nabe !!!!

Salanê 🔥 Zerdeşt

نُشر بواسطة مجلة خيمة الأدب في روج افا

كاتب

أضف تعليق

تصميم موقع كهذا باستخدام ووردبريس.كوم
ابدأ