Welat naçe bê ziman:Helbestvan:Bêçarê kurd kobanî

Welat naçe bê ziman?

Kad û zemîn tew narin
Dev û ziman zû darin
Kurdo ger mayînde bî
Bo dayî kê bibarin?!

Ger divêtin hebûnê
Bîra nekin hêlûnê
Zimanê xwe bixwîn
Da hûn ne tim bêçarin!

Ez û ez tew nabê lo!
Ez û tu birabê ho
Xaka me şabê wilo
Bo amancê biqarin!

Tine bûn li pêş me ye
Asîmle li ser me ye
Welat li benda we ye
Her kes l’gor xwe çi karin!

Şîrê dayê helakin
Heger ku ilbik pakin
Ziman ji bîra nakin
Ala rengîn li darin!

Rengê rojê çelege
Pirsin ji rûm firenge
Wê bidin pesna cenge
Hîngê wînê bizarin!

14/12/2021_Serzorî

نُشر بواسطة مجلة خيمة الأدب في روج افا

كاتب

أضف تعليق

تصميم موقع كهذا باستخدام ووردبريس.كوم
ابدأ