EZ Peyker im:Helbestvan:Abdîn Ehmed

Ez peyker im
di nîvê baxçe de
Ez silav dikim
Min baskên xwe belav kirin
deriyê zivistanê
Rojên sar û sar
pelên dikevin
bêdeng
Dar tazî ne
bêşerm
û ez temaşe dikim
Ez peykerê baxçe me
Min ecêb dît
Min bedew dît
baş û xweş
Bi exlaq û namûs
Ew ji dil hez dike
Ew bi dilsozî dimire
Ez peyker im
Min hov dît
bê wijdan
xewnên mirovan didizin
Ji giriya wan kêfa wî tê
Ew xwîna wan vedixwe
Ez peyker im
Min kêfa zarokê dît
Di himbêza diya xwe de
nazik û dilovanî
Dîtinên wan çiqas xweş in
Ez peykerê baxçe me
xwînsar
qerrisî
Kevir

Abdîn Ehmed
Rojava

نُشر بواسطة مجلة خيمة الأدب في روج افا

كاتب

أضف تعليق

تصميم موقع كهذا باستخدام ووردبريس.كوم
ابدأ